MÊRDÎN - Ji ber çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê 15 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdînê 2 kesên din bi hinceta ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina êrişên li Rojavayê Kurdistanê bûne, hatin girtin.
Berê jî li bajêr ji ber heman sedemê 13 kes hatibûn girtin.
Kar û barên li ewlehiyê yên 7 kesên ku li navenda Mêrdînê û navçeyên wê bi hinceta beşdarbûna çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên li Rojavayê Kurdistanê hatibûn desteserkirin, bi dawî bûn.
Bi hinceta "endamtiya rêxistinê"
Ew 7 kes sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê derbarê 2 kesan bi hinceta "endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
5 kes jî bi şertê kontrola adlî hatin berdan.
Li Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên ku ji 6ê Kanûna Paşîn ve tên lidarxistin de, bi van girtinan re hejmara kesên li bajêr hatine girtin derket 15an.