Trump: Îran bi rastî dixwaze peymanê îmze bike

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump pêşbînî dike ku Îran li şûna rûbirûbûna leşkerî, dê berê xwe bide diyalogê û îmzekirina peymaneke nû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja înê li Koşka Spî got, "Ez dikarim vê bibêjim; ew (Îranî) bi rastî dixwazin peymanekê bikin."

Li ser pirsa rojnamegeran a "Gelo we demeke diyarkirî ji bo Tehranê daniye da ku dest bi dan û standinên li ser bernameya xwe ya nukleer û mûşekîanbike?", Trump got, "Belê, min dem diyar kiriye" lê nexwest wê demê eşkere bike.

Keştiyên şer û hêviya peymanê

Serokê Amerîkayê amaje bi tevgerên leşkerî yên welatê xwe kir û got:

"Niha keştiyeke mezin a deryayî, Armada yan Flotilla, hûn çi navî lê dikin, ber bi Îranê ve diçe.

Eger em peymanekê bikin, ev baş e. Eger em nekin, em dê bibînin ka çi diqewime."

Donald Trump rawestandina cezayê darvekirina xwenîşanderan ji aliyê Îranê ve wekî nîşaneke amadebûna Tehranê ya ji bo dan û standinan û paşvekişîna ji helwestên wê bi nav kir.

Berdana Îranê û şertên Amerîkayê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî doh li Stenbolê ragihand ku welatê wî amade ye ji bo dan û standinan lê tenê li ser bingehê "pêgeheke wekhev" û bêyî gefan.

Eraqçî got, "Şiyanên parastinê û bernameya mûşekan a Îranê ti carî nabin mijara gotûbêjê."

Li gorî zanyariyên nefermî, Amerîka dixwaze ku her peymana nû sînordarkirina mûşekên menzîldirêj û veguhastina uranyuma dewlemendkirê ji bo derveyî welêt li xwe bigire.

Di heman demê de, Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re civiya.