Federasyona Astengdaran: Li Rojavayê Kurdistanê astengdar di nav kavilan de asê mane
Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Astengdaran, bi piştgiriya gelek sazî, sendîka û aktîvîstên mafên mirovan, derbarê rewşa dawî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şerê heyî veguheriye "wêraneke mirovî ya giştî" û bi taybetî jiyana astengdaran di metirsiyeke mezin de ye.
Federasyonê di daxuyaniyê de diyar kir şerê ku Kanûna Paşîn a 2026an li taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dest pê kiriye li seranserê Rojavayê Kurdistanê belav bûye.
Federasyonê diyar kir ku li gel şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, êrişên li qadên sivîl, tesîsên enerjiyê û embarên genim, rasterast gefê li jiyana bi milyonan welatiyan dixwe.
"Civakên nayên dîtin ên şeran"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa heyî bi taybetî ji bo astengdar, kal û pîr, jin û zarokan dibe sedema mexdûriyetên giran û wiha hat gotin:
"Ji bo astengdaran, hawirdora şer dibe sedema dervehiştin û cudakariyeke hîn kûrtir.
Rewşa astengdarekî ku bi kursiya xwe ya biteker di nav kavilan de asê maye, kesekî ker ê ku ji ber nebûna amûrê bihîstinê anonsên tehliyeyê nabîhîze, mirovên kor ên ku di kolanên wêrankirî de nikarin bimeşin, sûcekî giran ê mirovahiyê ye."
Federasyonê bi bîr anî ku Xala 11an a Peymana Mafên Astengdaran a Neteweyên Yekbûyî (NY), parastina astengdaran di dema şer de wekî erkekî eşkere yê dewletan pênase dike, lê tevî vê yekê jî tehliyekirina wan nayê dabînkirin.
"Binpêkirina mafê jiyanê ya hêdîkirî"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ragihandinên "korîdorên mirovî" heta ku derfetên gihîştinê neyên peydakirin tenê di asta gotinê de dimînin û wiha hat berdewamkirin:
"Tê tomarkirin ku zarokên astengdar di dema êrişan de nagihîjin qadên ewle, kal û pîrên nexweş nagihîjin dermanan û ev rewş veguheriye 'binpêkirina mafê jiyanê yê hêdîkirî'.
Rêyên bi kavilan tije, kêmasiya wesayîtên guncav û astengiyên ragihandinê, astengdaran bi awayekî bibandor li derveyî tehliyeyê dihêlin."
Banga li civaka navneteweyî
Federasyona Astengdaran û saziyên piştgir, bangî civaka navneteweyî û "her kesê xwedî wijdan" kir ku ji bo rawestandina êrişên li qadên sivîl bikevin tevgerê.
Daxwazên sereke yên di daxuyaniyê de wiha hatin rêzkirin:
- Rawestandina lezgîn a êrişên li qadên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê.
- Dabînkirina tehliyeya ewle ya astengdar û kesên bêparastin bi alîkariya tîmên pispor.
- Kontrolkirina herêmê ji aliyê şandeyên serbixwe ve ji bo belgekirina binpêkirinên mafên mirovan.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Parastin û avakirina aştiyeke mayînde û jiyaneke birûmet ji bo hemû gelan, erka her kesî ye ku xeyala wekhevî û azadiyê dike."
Kîjan sazî piştgirî didin?
Gelek sazî, sendîka û aktîvîstên mafên mirovan îmze avêtin binê vê daxuyaniyê.
Sazî û aktîvîstên ku piştgiriya vê daxwînayê dikin wiha ne:
Aktîvîst Abdulazîz Dayan
Federasyona Astengdarên Akdenîzê
Kluba Werzîşê ya Astengdarên Çavan a Amedê
Aktîvîst Ayhan Çelîk
Civaka Amedê ya Gihîştî û Serbixwe
Sendîkaya Malnişînên Yekbûyî ya Şaxa Amedê
Komeleya Astengdarên Fîzîkî ya Bismilê
Komeleya Astengdarên Çavan a Dîcleyê
Federasyona Klubên Werzîşê yên Amator a Amedê
Şaxên DÎSK Genel-Îş a 1 û 2yan a Amedê
Sendîkaya Meclîsên Malnişînan a Amedê
Kluba Werzîşê ya Astengdarên Çavan a Amedê
Kluba Werzîşê ya Astengdarên Bihîstinê a Amedê
Komeleya Têkoşîna Dijî Penceşêrê ya Jiyana Nû ya Amedê
Komeleya Alîkariya Nexweşên SSPEyê û Malbatên Wan a Amedê
Aktîvîst Çaglar Karsanti
Komeleya Mafên Astengdaran û Pêşeroja Bêasteng
Platforma Çavdêrên Lihevhatina Normên Gerdûnî
Konfederasyona Astengdaran
Aktîvîsta HDKyê Esengul Demîr
Komeleya Şopandinê ji bo Mafên Wekhev
Aktîvîst Hazal Battaloglu
Aktîvîst Navenda Hunera Mordem
Aktîvîst Mukaddes Angay
Aktîvîst Necmettîn Ozen
Aktîvîst Nîgar Baştug
Aktîvîst Nazîke Seçîl Hayirci
Aktîvîst Omer Şaybak
Komeleya Wergera Zimanê Nîşankirinê û Şêwirmendiyê ya Pêşxistina Jinan a Cîhanên Rengîn
Komeleya Tevgera Jinan a Dijî Teqezparêziyê
Komeleya Perwerde û Çandê ya Sîpanê
Komeleya Astengdarên Çavan a Siwêregê
Komeleya Antrenoran a TUFADê ya Şaxa Amedê
Komeleya Astengdarên Fîzîkî ya Wanê
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Astengdaran a Gola Wanê
Meclîsa Astengdaran a Konseya Bajar a Wanê
Komeleya UniKuir
Partiya Çep a Kesk