Girtiyê Kurd piştî 33 salan azad bû: ‘Gelo asman berê hew qasî mezin bû?’

Hewlêr (Rûdaw) - 33 salên temenê xwe li pişt hesin û çar dîwarên sar ên zindanê hiştin.

Girtiyê Kurd Sûleyman Yildiz, ku di bihara temenê xwe de hatibû girtin, bi porê spî ji girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê hat berdan.

Li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê, bi destegulan û rondikên kêfxweşiyê ji aliyê meriv û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.

Dîmenên taybet ên pêşwazîkirina wî ji Rûdawê re hatine şandin.

Sûleyman Yildiz li ser hestên xwe yên piştî azadiyê got: “Dema mirov derdikeve mirov dikeve jiyaneke nû.

Bo mînak dema em di rê de dihatin amûrên tên bikaranîn hemû hatine guherîn û tu şaş dibî.

Tu nizanî derî vekî û hinek tişt di serê mirov de rûnanin. Kesek ne li cem mirov be mirov nizane tiştekî bike.

Ya herî bala min kişandiye dema ez derketim min got, Gelo ev asman berê hewqasî mezin bû?’”

Yildiz diyar kir ku tevî ku girtiyên siyasî di bin şert û mercên giran de ne jî lê çav û guhê wan li ser geşedanên li Rojavayê Kurdistanê ne.

Ji bo parastina destkeftan, wî bang li aliyên Kurdan kir ku yekîtiya xwe xurttir bikin.

"Yekîtiya Kurdan çêbûye"

Suleyman Yildiz li ser yekîtiya Kurdan wiha domand:

“Tişta herî zêde kêfa me jê re hat ew bû ku yekîtiya Kurdan çêbû.

Wekî din divê ev yekîtî bi rê ve biçe û bidome. Li Bakur, Başûr û aliyê din jî. Demekê em xemgîn bûn ku hevalan hinek dever berdan lê li aliyê din di dîrokê de cara yekem e ku em hemû bûn yek.

Ev ji bo me kêfxweşiyek e. Eger em bikarin vê bidomînin em dê bikarin xwe jî xilas bikin."

Suleyman Yildiz sala 1993yan li Edeneyê hatibû girtin û bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê hat cezakirin.

Tevî ku li gorî yasayên Tirkiyeyê 30 salên cezayê xwe temam kiribûn jî lê ev 3 sal bûn berdana wî bi hincetên cuda dihat bipaşxistin.