FLAŞ - Li Amedê teqîn: 7 kuştî û 27 birîndar (Hat nûkirin)!
Amed (Rûdaw) - Li Bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê teqînek mezin çê bû û di encamê de 7 polîs hatine kuştin û 27 polîs û welatiyên sivîl jî birîndar bûne.
Li gor agahiyên Rûdawê, îro teqînek mezin li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê qewimî.
Wek agahiyê destpêkê, teqîn li ser rêya Amed-Rihayê û li nêzîkî termînalê (otogarê) bûye.
Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz di daxuyaniyeke de ragihand di encama teqînê de 7 polîs hatine kuştin û 13 polîs û 14 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.
Piştî teqînê hejmareke zêde ya ambulansan û tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Ji ber çêbûna teqînê tirsek mezin di nav welatiyên bajarê Amedê de çê bûye.