Gundê Ocalan ji rojeva sêdaredanê ne razî ye

31-03-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Abdullah Ocalanb Amara Giştprsî
A+ A-

Xelfetî (Rûdaw) – Li gundê Amara yê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji ´Referandûma Pergala Serokomarî ya Tirkiyê´ zêdetir qala rewşa wî tê kirin. Li gor zanyariyên ku malbata Ocalan bi Rûdawê re parve kirine, ji Îlona 2016ê ve Ocalan bi malbata xwe re û ev 5 sal e jî bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neaniye. Herwiha malbata Ocalan gotûbêjên li ser ji nû ve danîna qanûna darvekirinê wekî “gef” dibîne.

 

Gundê Amara ser bi qezaya Xelfetî ya bajarê Ruhayê gundê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Li gund hatinûçûneke zêde ya Kurdistaniyan heye. Lê ev hatin û çûna zêde, ne ji bo bangeşe û xebatên referandûmê ye. Ji bo sersaxiya koça dawîn a xwişka Abdullah Ocalan Eynê Yildirim e.

 

Li gund jî mijar tevgera kurdî û doza Kurdistanê ye. Malbata Ocalan ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve di bangeşeyên referandûmê de ji bo dengan û berjewendiyên siyasî gotûbêjkirina darvekirina Rêberê PKKê wekî “gef” dibîne.

 

Birayê Rêberê PKKê Ocalan, Mehmet Ocalan di vê derbarê de ji Rûdawê re got; “5 sal e bi parêzeran re hevdîtin qut kirine. Xwesteka malbatê ew e ku rojek beriya rojekê pêşiya Girava Îmraliyê vebibe. Fikar û nîgeraniyên me hene. Ger darvekirin û sêdaredanê wekî çek bi kar bînin, em bi ti awayî qebûl nakin. Di warê siyasî û rewiştî de jî ev tiştek ne rast e.”

 

Hevalên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên zarokatiyê jî gellek di xema wî de ne. Ji ber ku ev demeke dirêj e hevdîtin pê re pêk nayê. Ev xemxurî hatiye wê astê ku dikeve xewnên wan.

 

Hevalê Ocalan, Emîn Karadenîz dibêje; “Gundiyê me bû, hevalê me bû. Em bi hev re diçûn çolê, em li ber heywanan bû û digeriyan. Pêwîst e Apo were berdan. Em dixwazin rindî û başî çêbibe.”

 

Herwiha xizmê Ocalan, Hecî Mistefa Açîl jî dibêje; “Min di xewna xwe de dît wiha porê wî dirêj bûye û porê xwe girê daye.”

 

Gellek kes nêrîna Ocalan a derheqê referandûma pergala serokomarî ya Tirkiyê de meraq dikin. Lê belê ev demeke dirêj e dewleta Tirkiyê rê nade ew bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinên asayî pêk bîne. Encamên referandûmê bandoreke çawa li Îmraliyê dike jî ne diyar e.

 

Xizmê Ocalan ê hevnavê wî û Rêveberê HDPa Xelfetiyê Abdullah Ocalan jî diyar dike; “Ger di referandûmê de rêjeya dengên naxêr zêde derbikeve, egera wê yekê heye ku dîsa bi muzekere û pêvajoya çareseriyê dest pê bike.”

 

Abdullah Ocalan di 4ê Nîsana 1949ê de gundê Amara li vê xaniyê hatiye dinê. Di sala 1978ê de Partiya Karkerên Kurdistanê PKK damezrandiye. Ocalan di 15ê Sibata sala 1999ê de bi pîlangeriyekê ket destê dewleta Tirkiyê û ji hingê ve li Îmraliyê tê girtin.

 

Ji bo çareseriya pirsa Kurd li Îmraliyê çend caran di navbera Ocalan û dewleta Tirkiyê de diyalog û muzakere bên destpêkirin jî ev hewlana heta niha negihêştine serî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst