Sine: Serdozgeriyê derbarê veşartina girtiyên reviyayî de hişyarî da xelkê
Hewlêr (Rûdaw) – Serdozgerê Giştî û Şoreşê yê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê derbarê veşartina zindaniyên reviyayî de hişyarî da xelkê û ragihand, her kesê ku bi her awayekê alîkariya zindaniyên reviyayî kiribe yan cihê veşartinê ji wan re dabîn kiribe, dê bi tundî were cezakirin.
Mihemed Cebarî ji ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA re axiviye û daxwaz ji girtiyên reviyayî yên zindana Seqizê kiriye, ku xwe radest bikin.
Mihemed Cebarî gotiye, eger zindaniyên reviyayî bixwe û bi insiyatîfa xwe vegerin û xwe radestî hêzên ewlehiyê û aliyên pêwendîdar ên hikûmetê bikin, ew dê derbarê cezayên wan ên nû de, li gor yasayê nermiyê nîşan bidin û cezayeke kêmtir bi ser wan de bisepînin, herwiha hikûmet dê têkildarî cezayên wan ên berê jî wan tevlî lîsteya efûyê bike.
Dozgerê Giştî û Şoreşê yê Sineyê herwiha da xuyakirin, li ser fermana Serokê Desthilata Dadweriyê ya Îranê û Serokê Giştî yê Saziya Dadê ya parêzgeha Sineyê, aliyên pêwendîdar derbarê sedemên bûyera reva girtiyan ji zindana Seqizê de mijûlî lêkolînê ne û got, çend kes têkildarî bûyerê hatine desteserkirin û lêpirsîn bi wan re tê kirin.
Mihemed Cebarî di berdewamiya daxuyaniya xwe de hişyarî da kesên ku di revê yan veşartina girtiyan de alîkariya wan kirine û got: kesên ku bi qestî di berdewamiya reva girtiyên reviyayî de, di dabînkirina wesayit an cihê veşartina wan de alîkarî kiribin, li gor yasayê gunehar tên naskirin û dê bi tundî bihêne sizadan.
Cebarî herwiha red kir, ku ew girtî bi sedema tirsa ji belavbûna vîrusa Koronayê ji zindanê reviyabin û destnîşan kir, heta niha ti haleteke gumankirî yan piştrastkirî ya tûşbûna bi vîrusa Koronayê li zindana Seqizê û zindanên din ên parêzgehê nehatiye tomarkirin.
Roja Înê 27ê Adarê hejmarek gritiyan deriyên zindana Seqizê şikandin û reviyan. Berprisên zindanê û rayedarên Îranê dibêjin, 74 kes ji girtiyên zindana Seqizê di wê bûyerê de reviyane.
Seqiz duyemîn bajarê mezin ê parêzgeha Sineyê ye û nifûsa wê zêdetir ji 226 hezar kesan e.
Dozgerê Giştî û Şoreşê yê Sineyê ragihandiye, ku heta niha 19 kes ji girtiyên reviyayî xwe radestî hikûmetê kirine.