Asayîşa Herêma Kurdistanê: Bi mûşek û dronan êrişî Silêmaniyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku berê sibeha îro bi mûşek û dronan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.

Berê sibeha îro, li bajarê Silêmaniyê çend dengên mezin hatin bihîstin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, 6 dengên bihêz li bajêr hatine bihîstin.

Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê Eqîd Karzan derbarê wan dengan ji Rûdawê re axivî.

Eqîd Karzan diyar kir ku berê sibeha îro bi mûşek û dronan êrişî bajêr hatiye kirin.

Zanîngeha Amerîkî gotegot red kirin

Di nava xelkê de gotegot hebûn ku Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê bûye hedefa êrişan lê zanîngehê ev gotegot red kirin.

Li gorî zanyariyan, di êrişan de Girê Rîayeyê bûye hedef û ti zererên canî çênebûne.