Îro bi 7 mûşek û dronan êrişî Silêmanî û Hewlêrê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi 2 dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û bi 5 dron û mûşekan jî êrişî Silêmaniyê hat kirin.
Îro saet 10:23yan li Hewlêrê dengekî bilind hat bihîstin.
Birêvebirekî ewlehiyê ji Rûdawê re got, “Êriş bi dronan bû. Hîn nayê zanîn bê ma ziyanên wê hene yan na.”
Her wiha îro nêzîkî saet 09:30î, dronek li asmanê Hewlêrê teqiya.
Heta vê kêliyê nehatiye eşkerekirin bê am ew bi xwe teqiyaye yan jî bi rêya pergala parastinê hatiye teqandin.
Aliyên ewlehiyê hîn li ser her du êrişên li Hewlêrê ti agahî belav nekirine.
Silêmanî
Berê sibeha îro, li Silêmaniyê jî dengê çend teqînên bihêz hatin bihîstin.
Li gorî agahiyên ku Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê dane Rûdawê, êriş bi rêya mûşek û dronan hatine kirin.
Li gorî Asayîşa Silêmaniyê, êriş bi 3 dron û 2 mûşekan pêk hatine.
Piraniya wan êrişan Fermandariya Pêşmergeyan kirine armanc ku hêzên 70yî yên Pêşmergeyan lê ne.
Li gorî şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka êrişan ve heta bi îro bi zêdetirî 500 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.