Tuncer Bakirhan: Pêşewa gotibû dijmintiya hevdû nekin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan peyama Qazî Mihemed bi bîr anî û got, “Pêşewa gotibû dijmintiya hevdû nekin, pişta xwe bidin hevdû. Ev şîreta wî ya hêja, helwesta wî ya pîroz îro jî rêya me ronî dike.”
Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed 79 sal berê, rojeke wekî îro li Mehabadê hat bidarvekirin.
“Pêşewa gotibû dijminiya hevdû nekin”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi rêya hesabê xwe yê Xê Qazî Mihemed bi bîr anî û got:
“79 sal berê di 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê, Pêşewa Qazî Mihemed û rêhevalên xwe hatin şehîdkirin. Em bi rêzdarî bi bîr tînin.
Pêşewa ji bo me mîraseke tijî berxwedan li dû xwe hişt. Sekna wî ya pîroz di dîroka gelê Kurd de gelekî girîng e. Wî rûmeta gelê xwe parast û bû Pêşewayê gelê xwe.
Pêşewa gotibû dijmintiya hevdû nekin, pişta xwe bidin hevdû. Ev şîreta wî ya hêja, helwesta wî ya pîroz îro jî rêya me ronî dike.”
Qazî Mihemed
Qazî Mihemed 79 sal berê li Mehabadê hat bidarvekirin.
Bi Qazî Mihemed re Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabadê hatin bidarvekirin.
Pêşewa Qazî Mihemed 1ê Gulana sala 1900î li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Qazî Mihemed 31ê Adara 1947an li Meydana Çarçirayê ji aliyê rejîma wê demê ya Îranê ve hat bidarvekirin.
Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê (Nîsana 1945), damezirênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Kurdistanê bû.
Qazî Mihemed kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Ew bi Mîna Qaziyê re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn.
Ji malbateke dîndar û Kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvan bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû.
Mamê wî Fetaq Qazî, dema Rûs dikevin Mehabadê di şerê li hemberî wan de canê xwe ji dest dide.
Kalikê wî Şêx Elmeşayix ji bo yekkirina Kurdan, sala 1930î li gundê Erbatoyê yê bajarê Dîwandereyê êlên Kurdan li hev civandine.
Ragihandina Komara Kurdistanê
Qazî Mihemed, 22yê Kanûna Paşîn a 1946an li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê Komara Komara Kurdistanê ragihand.
Piştî ku Komara Kurdistanê 17ê Kanûna Peşîn a 1946an tek çû, Qazî Mihemed û Wezîrê Parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî 31ê Adara 1947an li Meydana Çarçirayê hatin bidarvekirin.
Wesiyeta Qazî Mihemed
Wesiyeta Pêşewa Qazîi Mihemed ji arşîvên fermî yên Îranê hatiyedîtin.
Qazî Mihemed di wesiyeta xwe de wiha dibêje:
“Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behrxwarî, gelê min ê zorlêkirî, va ez di gavên herî dawî yên jiyana xwe de me.
Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminatiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hemberî dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan.
Dijmin her ew qasî we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qet bi we re dilovaniyê nake, di her derfetê de be qet li we nabihure.
Şîret û wesiyeta min ew e bila zarokên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hûn ji karwanê gelan li paş nemînin û her xwendin çeka kujer a dijminan e.
Piştrast bin û zanibin eger tebayî û yekbûn û xwendina we baş be, hûn dê pir baş bi ser dijminê xwe de bi ser bikevin jî.
Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, heta hûn bigihêjin hêvî û meramên xwe divê hîn jî pir kesên din ên mîna me xwe di vê rêyê de gorî bikin.”
Keça Qazî Mihemed behsa wî kiribû
Munîre Qaziya ku yek ji 7 keçên damezirênerê Komara Kurdistanê Pêşawa Qazî Mihemed e, berê bûbû mêvana bernameya “Pêncemor”ê û pirsên derbarê jiyan û kar û xebatên Qazî Mihemed bersivandibûn.
“Min sozek daye gelê xwe”
Munîre Qaziyê wiha behsa bavê xwe kiribû:
“Bavê min kesekî gelekî dilovan bû û bi me hemûyan re eleqedar dibû û bi hemûyan re digihişt.
Ez ne di wê baweriyê de me ku li cîhanê kesekî bi qasî bavê min dilovan hebe lê belê wî ji me zêdetir ji gelê Kurd hez dikir.
Dema ku dayika min jê dipirsî, ‘Gelo ez çi ji van zarokan bikim?’ wî jî digot, ‘Ez ji bo zarokan li hemberî gelê xwe rûyê xwe reş nakim.
Min sozek daye gelê xwe û di roja xweş de jî û nexweş de jî ez dê li gel wan bim.”
“Eger hûn îro Qazî Mihemed bikujin…”
Munîre Qaziyê bîranînên xwe yên 31ê Adara 1947an wiha anîbûn ziman:
“Min dît ku li Meydana Çarçirayê amadehiya bidarvekirinê dikin lê min tam fêhm nekir mesele çi ye.
Dapîra min li xwe dida û dipirsî 'Ev amadehiya axayê min e?'
Pişt re leşker hatin, wan dapîr û xalê min dehf dan û ew ji wê derê dûr xistin.
Min dengê bavê xwe bihîst. Tê bîra min wî wiha got, 'Eger hûn îro Qazî Mihemed bikujin, sibe bi hezar Qazî Mihemed dê ji dayîk bibin.'
Bavê min du caran benê xwe qetand û her du caran jî li fermandarê mangaya îdamê ben xist stûyê wî.
Pişt re tevahiya cîhanê ji bo me giriya.”