Li Dêrsimê hirç kaşûnê dikin

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Pilemûriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, malbateke hirçan a ku ji xewa zivistanê hişyar bûye di nav berfê de dilîze û kaşûnê dike.

Bi nêzîkbûna biharê re xweza şîn dibe û tevgera ajalên kovî zêde dibe.

Li navçeya Pilemûriyê jî dîmenên malbateke hirçan a ku ji xewa zivistanê hişyar bûye bi dronê hatin girtin.

Rojnameger Îsmaîl Yolerî dîmenên hirçê û her du kudikên wê yên li çiyayên Pilemûriyê girtin.

Di dîmenan de xuya dibe ku hirça dayîk û her du kudikên wê yên ku ji xewa zivistanê hişyar bûne, di nav berfê de dilîzin û kaşûnê dikin.