Li Rojhilatê Kurdistanê êriş: Bi dehan mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Kirmaşan, Qesrî Şîrîn, Sine, Bane û Dêwlanê yên Rojhilatê Kurdistanê êrişî çend cihên diyarkirî hat kirin.

Êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.

Ji ber êrişan bilançoya li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe girantir dibe.

Li Qesrî Şîrînê projeya avê hat bombekirin

Qaymeqamê Qesrî Şîrînê Mihemed Şefîî li ser ziyanên êrişan axivî.

Şefîî got, "Di êrişeke asmanî ya li ser projeyeke kişandina xeta boriya avê ya li Rêya Neftê ya Qesrî Şîrînê de kesekî canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn."

Li aliyê din, li gorî dîmeneke vîdeoyî dû ji nêzîkî Baregeha 404an a Artêşa Îranê ya li Kirmaşanê bilind bûye.

Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê Behram Suleymanî êrişên îro piştrast kirin.

Suleymanî ragihand ku roja îniyê di zincîreêrişên li ser çend navçeyên Kirmaşan û Kengawerê de 20 kesan canê xwe ji dest daye û 56 kes jî birîndar bûne.

Li parêzgeha Sineyê jî qurbanî hene

Berê sibeha îro, çend herêmên li bajarên Sine, Bane û Dêwlanê yên parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî bûbûn armanca êrişan.

Serokê Encumena Zanyariyan a Parêzgeha Sineyê Elî Ekber Wermeqanî amarên parêzgeha xwe eşkere kirin.

Li gorî gotina Wermeqanî, di wan êrişan de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.