Hewlêr (Rûdaw) - Navenda kurdî ji bo lêkolîn û rawêjkariyên yasayî ya bi navê YASA, diyar kir ku ewê di hefteya bê de civînekê derbarê sizadanên dadgehên Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser çend girtiyan li dar bixin.
Endamê navenda YASAyê parêzer Hozan Dilzar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raghand ku ew weke navenda YASAyê, mafê xwe dibînin ku dozê li dijî her aliyekî ku mafên mirov binpê dikin, vebikin.
Endamê navenda YASAyê parêzer Hozan Dilzar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raghand ku ew weke navenda YASAyê, mafê xwe dibînin ku dozê li dijî her aliyekî ku mafên mirov binpê dikin, vebikin.
Dilzar diyar kir ku ji bo wan girîngiya hinek mijaran li pêş hin mjarên din hene û ew li ser wê yekê radiwestin ka wê dozê beriya DAIŞê li ser rêveberiya demkî ya PYDê vebikin yan na.
Wî endamê navenda YASAyê got ku tawanên rêjîmê û DAIŞê gellekî giran in û di baweriya wan de divê girîngiyê bidin tawanên ku li ser destê hêzên rêjîmê tên kirin.
Parêzer Hozan Dilzar her wiha aşkere kir ku ewê hefteya bê civîneke taybet bi vê mijarê lidar bixin û eger daxuyaniya wan ti bandorê li ser helwesta rêveberiya demkî nekir ewê gavên din gengeşe bikin.
Roja 29ê Nîsana îsal, Dadgeha Gel li Efrînê çend endamên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê bi tohmeta karên terorîstî bi 10 sal heta 20 sal zîndan siza kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse