Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Serokê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) Fesla Yûsif serbest hat berdan.

 

Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif ji roja Sêşemê 09ê Gulanê ve, ligel 12 serkirdeyên ENKSê, li Qamişlo, ji aliyê asayişê ve hatibûn desteserkirin îro hat berdan.

 

Çavkaniyên ji ENKSê ji Rudawê re tekez kirkin ku îro li Qamişlo  Fesla Yûsif piştî 22 rojan serbest hate berdan.

 

Fesla Yûsif ku bi xwe Cîgira Sekreterê Partiya Yeketiyî ya Demokrata Kurdistanî ye û di heman demê de cîgira serokê ENKSê ye,  ji 9 vê mehê ji hêla asayişa0 Rêvebeiya xweser ve hatibû desteserkirin.

 

Asayişên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê bi gotina endamên ENKSê di siyaseteke li dijî wan û alîgirên wê de, çend serkirdeyên ENKSê û hejmarek rojnamevan zindan kirine ji nav wan hene ku nêzî salekê hatine zindan kirin wekî rojnamevan Alan Ehmed.

 

Hêja gotinê ye Edamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza, Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah, Endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso,  endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam hê jî di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.