HDKA: Em kar bo yekgirtina ligel HDKê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hizba Demokrata Kurdistana Îranê biryr da, ku bi awayekî ciddî kar bo yekgirtina li gel aliyê din ê Hizba Demokrat HDKê bike.

Îro serkirdatiya HDKA ku wek PDKÎ jî tê naskirin, li baregeha serekeî ya partiyê li Koyê civiya û mijara yekgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya piştî civînê, biryar hatiye dayîn ku bi ciddî hewl bo yekgirtina HDK û HDKA bihên dan.

HDKA dibêje, wan bi hurî ew pirs nirxand û ew dê hewlên ciddî bo yekgirtinê bidin.

Di debrarê kêşeyên navxwe yên HDKA de jî, di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew mijarên ku di desthilata kongireyê de ne ji bo dema kongreyê hatin hiştin, mijarên di desthilata serkirdatiya wê hizbê de ne jî, bi organên pêwendîdar hatine spartin, ji bo cîbicîkirina biryarên ku di wê civînê de hatine dayîn.