Li Şirnexê fîgura mirovê li ser hespê yê 6 hezar salî hat şikandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê rolyefê bi fîgura mirovê li ser hespê ku tê gotin dîroka wê vedigere bo 6 hezar sal berê niha,  hat şikênandin.

Kesek an jî kesên ku nasnameya wan hêj nehatiye zanîn, bi alavên devtûj zirar dan rolyefê bi fîgura mirovê li ser hespê ku tê gotin 6 hezar sal berê li ser kevir ku wekî "Derwazeya Qralan" tê binavkirin û li bajarokê Qesrikê çiyayên Cûdî û Gabarê ji hev cuda dike, hatiye neqişandin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Şirnexê ji bo desteserkirina kes an jî kesên ku zirar dan rolyefê, xebat dan destpêkirin.

Şaredarê berê yê Qesrikê Bahattin Şanli diyar kir ku nîştecihên bajarok bertek nîşanî wê yekê dan ku êrîş li rolyefê 6 hezar salî hat kirin û wiha axivî: “Zirar dan fîgurê mirovê li ser hespê. Zirar dane peykerê jinê yê li ser hespê. Der heqê bûyerê de lêkolîna cendirmeyê didome. Em wisa difikirin, yên ku li zêr û xezîneyan geriyane, zirar danê. Me çend caran li herêmê dît û me midaxele kir. Di demeke ku em li bendê ne geştyar werin herêmê, bûyereke bi vî rengî diqewime ku mirov li ber xwe dikeve."

Xelkê bajarok Sinan Salgut jî wiha got: “Em xemgîn in ku zirar dane nirxê dîrokî ya 6 hezar salî. Em dixwazin cezayê pêwîst bidin kesên ku ev yek kirine."