Tirkiyê herêma Garê bombebaran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Tirkiyê herêma Gare bombebaran kir. Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di wê bombebaranê de 5 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan. HPGê red dike ku di wê êrişa asmanî de windahiyeke wan hebe.
Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê çiyayê Garê yê dikeve nav sînorên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bombebaran li gor kordînasyona artêş û MITê pêk hatiye.
Her li gor wê wezaretê di encama bomberanê de li Garê, 5 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan.
Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê çekdarî yê PKKê red dike ku ti gerîlayekî di wê êrişê de jiyana xwe ji dest dabe.
Li gor daxuyaniya HPGê firokeyên Tirkiyê di navbera demjimêr 09.14 û 09.20an herêma Kafiya li çiyayê Garê bombebaran kirin.
Her li gor daxuyaniya HPGê, artêşa Tirkiyê heman rojê, Zap, çiyayê Kuro Jaro, Avaşîn Basyan û çiyayê Cîloyê Biçûk bombebaran kirin û tekez kir, “Di van êrişan de ti windahiyeke me çê nebûye.”