Çekdar baca zorane li ser cotkarên Efrînê disepînin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê baca zorane li cotkarên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê disepînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên grûpa Semerqend a bi fermandariya Ebû Cîhad, 400 lîreyên Sûrî li ser her darmêweyeke tirî li ser cotkaran sepandine da ku rê bidin wan pelmêwan, ku li Efrînê Çilo jê re tê gotin, biçinin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, çekdarên heman grûpê bi temamî dest danîne ser zevî û berhemên kesên ku koçberî derveyî gundên xwe bûne.

Grûpa Semerqend ev bac li ser cotkarên her şeş gundên Dela, Remedana, Rûta, Hec Qasim, Hec Hesna û Mistaşûra sepandine.

Li gundê Qermitliq jî, çekdarên Emşat 8 teneke zeyt wekî baca zorane ji herdu welatiyên Zehredîn Hibo û Mistefa Elî Bake standine.

Bi sed hezaran Kurd ji Efrînê koçber bûne

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.