Li Xarpêtê 103 serî pez û 2 ker di lehiyê de telef bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê 103 serî pez û 2 ker ango guhdirêjên ku ketin ber lehiyê telef bûn.
Li tevahiya bajêrê Xarpêtê duh Sêşemê zîpik û barana gur barî.
Li gundê Hidir Baba yê li ser navendê piştî zîpik û barana gur lehî rabû û 50 serî pezê Azîz Gençoglu û 2 kerên, 53 serî pezê Suleyman Gurbuz telef bûn û goman zirar dît.
Hin zeviyên çandiniyê yên gund jî ji ber zîpik û baranê zirar dîtin.
Ekîbên Rêveberiya Çandinî û Daristanê li herêmê xebata tesbîtkirina zirarê dan destpêkirin.
Mixtarê gund Recep Dal daxuyanî da û diyar kir, piştî baranê lehî rabû û 103 serî pez û 2 guhdirêjên rêncber Azîz Gençoglu û Suleyman Gurbuz telef bûn.
Dal da zabêb ku barana gur zirar da 3 hezar donim zeviyên çandiniyê yên ceh, rêyên gund jî di lehiyê de xerab bûn.