Li Rihayê qeza: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêwerega ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otmobîl li hev qelibîn û ji ber qezayê 7 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Kadrî A. (32) diajot li kîlometreya 22yemîn a rêya Sêwreg-Wêranşarê li otomobîla ku Mahmut Ç. (28) diajot qelibî.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmêntenduristiyê  û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 7 kesên di qezayê de birîndar bûbûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê.