Li Wanê qeza: 4 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdaxayê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza îro li ser rêya navbera navçeya Bazîdaxayê ya Wanê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê qewimî.

Otomobîla bi şofêrtiya Ahmet Ozturk û otomobîla bi şofêrtiya Sddik Aslan li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê, polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 4 kesên di otomobîlan de canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdaxayê.

Lê derbarê rewşa tendiristiyê ya birîndaran tu zanyariyên din nehatine belavkirin ka metirsî li ser wan heye yan na.