Kerkûk – 2 DAIŞî bi birîndarî ketin destê Pêşmerge

31-07-2016
RÛDAW
Kemal Kerkûkî ragihand, gundiyên ereb alîkarî dane DAIŞê
Kemal Kerkûkî ragihand, gundiyên ereb alîkarî dane DAIŞê
Nîşan Kerkûk Bay Hesen Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Berpisê Hêza Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê Kemal Kekrûkî ragihand, di êrişa îro ya bo ser Bloka Neftî ya Bay Hesen de, 2 çekdarên DAIŞê bi birîndarî hatin girtin û çekdarên xwekuj jî kurmamên Emîrê DAIŞê yê li Hewcîeyê bûne.

 

Îro yekşemî li gundê Bay Hesen DAIŞê bi rêya çend çekdarên xwekuj êrişî Bloka Petrolê ya Bay Hesen kir û di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de şer derket.

 

Li gorî zanyariyan, di vê êrişê de 3 xwekujên DAIŞê xwe teqandin û ji ber wê çendê jî şandina petrolê ji vê bloka petrolê bo derve bi tevahî hat rawestandin.

 

Berpirsê Hêza Pêşmerge li Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, çekdarên DAIŞê ji gundên ereban ve derbasî nav şîrketê bûne û xwe di nav bloka petrolê de teqandine.

 

Kemal Kerkûkî herwiha got: “Ji ber ku sînorê Bay Hesen berfireh e û hevdem çend gundên ereban li wir hene û ji şîrketa petrolê ya Bay Hesen nêzîk in, ji ber wê DAIŞê bo êrişê sûd ji wan derfetan wergirt.”

 

Derbarê xwekujên DAIŞê de jî Kerkûkî destnîşan kir: “Piştî wergirtina zanyariyan û encamdana lêkolînan derkevet holê ew 2 xwekujên DAIŞê ku xwe teqandine , kurmamên Emîrê DAIŞê yê li Hewîceyê ye.”

 

Kerkûkî tekez kir: “Hevdem 2 kesên din jî bi birîndarî hatine girtin ku birayên wan her du kesan jî di nav DAIŞê de ne.”

 

Berpirsê Hêza Pêşmerge li Eniya Rojavayê Kerkûkê got: “Xelkê gundên ereb ên derdora Bay Hesn alîkarî dane çekdarên DAIŞê da ku bikaribin derbasî bloka petrolî ya Bay Hesen bibin û xwe biteqênin.”

 

Kemal Kerkûkî da zanîn, ku niha lêkoklîn bi wan her 2 birîndaran re dest pê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst