Gulale; Di teqînekê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan
Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî nahyeya Gulale ya ser bi qezaya Xaneqînê ve ku dikeve parêzgeha Diyaleyê, bi sedema teqîna bombeyekê 3 zarokan canê xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar e.
Li gor agahiyên Rûdawê, êvara îro li nêzîk gundê Ileweş ê ser bi nahyeya Gulaleyê ve bombeyek teqiyaye û di encamê de 3 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar in, ku kuştî û birîndar jî nûciwan in.
Rêvebirê Asayişa Koksê, Şemal Ebdulrehman îro Yekşembê 31ê Tîrmeha 2022 di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “bûyer nêzîkî demjimêr 17:30 qewimî û kesên di bûyerê de canê xwe ji dest dane navê wan Secad Hesen, Mistefa Elî û Qirdam Mihemed e.”
Şemal Ebdulrehman diyar kir, di teqînê de zarokê bi navê Basim Elî jî birîndar bûye.
Bi gotina Rêvebirê Asayişa Koksê, temenê zarokan di navbera 10 heta 14 saliyê de ye.
Derbarê sedema bûyerê de jî Rêvebirê Asayişa Koksê destnîşan kir, “teqîn bi sedema mînekê bûye ku li ser rê hatibû danîn û heta niha nayê zanîn ku xwestine wê mînê ji cih rakin an jî tenê dest lê dane.”