Nêçîrvan Barzanî: Erkê Îraqê ye malbatên qurbaniyên Enfalê qerebû bike
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Enfalkirina Barzaniyan got, “Erka Hikûmeta Îraqê ye ku ji bo pêkanîna dadgehê û qerebûkirina mirovên qurbaniyan, çi pêwîst be bike."
42 sal di ser Enfalkirina Barzaniyan re derbas bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera 42yemîn a Jenosîda Barzaniyan peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bangî ikûmeta Federal a Îraqê kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne û mirovên qurbaniyan qerebû bike.
Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku enfalkirina Barzaniyan "xelekek ji zincîra tawanên li dijî gelê Kurdistanê bû ku armanca wê şikandina îrade û qirkirina wan bû."
Nêçîrvan Barzanî her wiha tekez kir ku ev tawan li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê têk çûye.
Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Îro 42 sal di ser tawana hovane ya Enfalkirina 20 hezar welatiyên sivîl û bêguneh ên Barzanî re derbas dibin.
Di vê bîranîna xemgîn de, em bejna xwe li hemberî ruhê pak ê şehîdan ditewînin û bi rêz û rûmet wan bi bîr tînin.
“Xelekek ji zincira tawanên li dijî gelê Kurdistanê bû”
Enfalkirina Barzaniyan ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve, xelekek ji zincira tawanên li dijî gelê Kurdistanê bû ku armanca wê şikandina îrade û qirkirina wan bû.
Lê belê, ev tawan li hemberî xweragirî û berxwedana gelê Kurdistanê têk çû û di dîroka encamderên xwe de wekî lekeyeke reş ma.
Dayik, xwîşk, hevjîn û malbatên Barzaniyan piştî vê karesatê, êş û azareke mezin kişandin.
Ew neçar man ku li hemberî jiyaneke dijwar û hejariyê li ber xwe bidin.
Ez destên wan dayikên fedakar maç dikim ku bi hezkirina gel û welat, zarokên xwe perwerde kirin û mezin kirin.
Di vê bîranînê de, em tekezî li ser mafên hemû qurbaniyên Jenosîda Barzaniyan, operasyonên Enfalê û tevahiya qurbaniyên bi destê rejîma berê dikin.
Erkê Hikûmeta Îraqê ye ku ji bo pêkanîna dadgehê û qerebûkirina mirovên qurbaniyan, çi pêwîst be bike.
Bila robaroî û êşên me bibin dersek û handanek da ku hemû pêkhateyên Îraqê bi hev re, di nav aştiyê, lêborînê û rêzgirtina li hevdû de bijîn.
“Divê welat bêyî cudahî bibe mala hevbeş”
Divê welat bêyî cudahî bibe mala hevbeş a hemûyan û hemû bi azadî û serfirazî tê de bi rûmet bijîn.
Silav li giyanê pak ê enfalkiriyên Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Rêz û rûmet ji bo wan hemû xêrxwazên li Hewlêr û deverên din ên ku bi hewara Barzaniyan ve çûn û alîkariya wan kirin.”