Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo parastina çanda jiyana bi hev re bi biryar in
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa pêkhateyan a li Herêma Kurdistanê got, "Em ji bo parastina çanda jiyana bi hev re bi biryar in."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Herêmê yê Kar û Barên Pêkhateyan Aydin Merûf û şandeya pê re qebûl kir.
Di hevdîtinê de tekezî li ser parastina çanda pêkvejiyanê, geşkirina xweşbîniya civakî û girîngiya beşdariya çalak a hemû pêkhateyan di jiyana siyasî û îdarî de hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî aniye ziman ku ew pabendî mafên hemû pêkhateyan, berpirsiyariyên welatîbûnê û prensîbên nûnertiya wekhev in.
Nêçîrvan Barzanî got, “Herêma Kurdistanê, li ser bingeha qebûlkirina hevdu û lêborînê pabendî parastin û geşkirina çanda jiyana bi hev re ye.”
Ji aliyê xwe ve Wezîr Aydin Merûf jî bal kişand ser ahengî û çanda bihevrejiyanê ya di navbera pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî de yên li Herêma Kurdistanê û amaje bi girîngiya beşdariya çalak a hemû pêkhateyan di hemû warên jiyanê de kir.
Di dawiya civînê de her du alî li ser pêwîstiya berdewamiya hewldanan a ji bo nûnertiya hemû beşên civaka Kurdistanê û misogerkirina mafên wan hev ra bûn.