Xortekî Kurd li Hewlêrê bi rêya Facebookê hezaran kesî fêrî Îngilîzî dike
Hewlêr (Rûdaw) - Xortekî Kurd li bajarê Hewlêr bi rêya tora civakî ya Facebookê xûleke fêrbûna zimanê Îngilîzî vekiriye û niha 11 hezar xwandekarên wî hene.
Zimanê Îngilîzî yek ji zimanên herî giring di cîhana serdem de ye, ji ber ku di asta navdewletî de wek zimanê yekem ê pêwendîkirinê bi kar tê û him jî di warê pêşkevtin û teknolojiyê de zimanê herî giring e.
Ji ber wê yekê jî gelek kes hez dikin, xwe fêrî zimanê Îngilîzî bikin, lê belê derfeta wê yekê bo her kesî ne weke hev e.
Xortekî Kurd li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê hizrek nû bo fêrbûna zimanê Îngilîzî bi kar aniye, da ku derfetek ji hejmarek zêde ya welatiyên re çê bibe.
Makos Kerem, bi rêya tora civakî ya Facebookê xûla fêrbûna zimanê Îngilîzî vekiriye û niha 11 hezar xwandekar sûdê ji xûla wî dibînin.
Makos Kerem bo pêkêşkirina zanyariyên zêdetir derbarê projeya xwe de, beşdarî bernameya Nûroj a televizyona Rûdawê bi pêşkêşvaniya Şehyan Tehîsn bû û li ser projeya xwe zanyarî dan.
Kerem got: “Ji destpêka îsal ve dest bi kursên fêrbûna zimanê Îngilîzî bi rêya Facebookê kirine û heta niha 191 hezar endamên wan hene.”
Makos Kerem herwiha da zanîn, ku wan niha 11 xwandekar hene û tekez kir, ku hejmareke zêde ya xwandekaran jî lîsansa xûlê bi dest xistine.
Makos Kerem destnîşan kir: “Li hemû bajarên Kurdistanê endamên me hene. Herwiha ew xortên ku taze çûne derveyê welat jî, sûd ji xûla me dîtine.”