Omer Ocalan: Divê dewlet nasnameya Kurdan qebûl bike
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan ragihand ku eger Kurd bi entegrasyoneke demokratîk di nav dewleta Tirkiyeyê de cih bigirin, divê desthilat ziman, çand, nasname û siyaseta Kurdan jî qebûl bike.
Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Malbatên Kesûkarên Xwe Windakirî ne ya Akdenîzê (AKKAY-DER) yekemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Kongre li hola Şîrîn Muzîkholê ya navçeya Seyhanê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên jinan hat lidarxistin.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di kongreyê axaftinek kir û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê.
"Pêvajo ne pêvajoyeke taktîkî ye"
Ocalan diyar kir ku ew dê vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin û got:
"Ev pêvajoya ku rêbertî (Abdullah Ocalan) dimeşîne, ne pêvajoyeke taktîkî ye. Ev gaveke stratejîk e ji bo gelê me û civakê.”
Omer Ocalan ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan destê aştiyê dirêj kiriye û got:
“Ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk gaveke mezin avêt. 27 sal in ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li mixataban digeriya.
Bi dehan salan e ji bo çareserkirina vî şerî bi aştiyê li mixatab digeriya lê heta niha mixatab tune bû.”
"Divê desthilat ziman, çand, nasname û siyaseta Kurdan qebûl bike"
Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku dewlet û hikûmetê got ku ew ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê amade ne û got:
“Eger dewleta Tirkiyeyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê amade ye, em jî amade ne, gelê me jî, Rêberiya me jî amade ye.
Em dê li ser vê riya ku Birêz Abdullah Ocalan dimeşîne bimeşin.
Eger em di entegrasyoneke demokratîk de di nav vê dewletê de cih bigirin, divê desthilat ziman, çand, nasname û siyaseta Kurdan qebûl bike."
"Gelê Kurd bi şehîdên xwe hebû"
Omer Ocalan bal kişand ser zerer û ziyanên şer û wiha pê de çû:
"Gelê Kurd bi şehîdên xwe hebû, bi Rêberê xwe hebû. Bi hezaran bedel hene.
Heta hebûna me neyê qebûlkirin, em dê têkoşînê bikin û vê pêvajoyê bigihînin serketinê."
Parlamenterê DEM Partiyê ji dewletê xwest ku zelal û aşkere be û bangî hemû aliyan kir ku xwedî li paradigmayeke çareseriyê ya Abdullah Ocalan derkevin û ji her kesî xwest ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.