Li Agiriyê agir bi avahiyekê ket, 15 kes hatin rizgarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê agir bi avahiyekê ket û 15 kesên di avahiyê de ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin.
Şeva borî li Taxa Leylekê ya navenda Agiriyê li qata duyem a avahiyeke 6 qatî agir bi daîreyekê ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin û 15 kesên di avahiyê de hatin rizgarkirin ku dûkêla êgir bandor li wan kiribû.
Tîmên tenduristiyê her 15 kes rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.