Evîn sînoran nas nake: Ji Panamayê hat û li Wanê bû bûka Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) - Harun Altaîr ji bo perwerdeya ziman çû Brîtanyayê û bi destê jina Panamayî girt û ew anî Wana Bakurê Kurdistanê.

Ew di nav kiras û fîstanan de li gorî çanda Kurdan kir bûka mala bavê xwe.

Gulîzar Altaîra Dayîka zavê got, “Kurê min seba ziman çû Brîtanyayê û bûka min jî ji Panamayê hatibû.

Qedera Xwedê, hatine wê derê û bi hev qayîl bûne. Xwedê qedera kurê min biribû wê derê.”

Zava Harun Altaîrê rahenerê kaşûnê ji bo kurseke Îngilîzî 3 mehan li Liverpoolê ma.

Di wê dema kûrt de eşq û evîna keça Panamayî di dilê lawikê Kurd de şax veda.

Bûka Panamayî destpêkê dûdilî bû lê Harunê Kurd ew ji bo jiyana hevjîniyê razî kir.

“Xewna min a zarokatiyê bû”

Zava Harûn Altaîr wiha qala wê rêwîtiya xwe kir:

“Ez çûm Liverpoolê ku xewna min a zarokatiyê bû lê min qet pêşbînî nedikir ku ev bajar dê evîna min a di xeyalên zarokatiyê de bi min bibexşe.

Min ew anî Stenbolê û em 3 rojan geriyan. Pişt re wê bawer kir ku ez ji dil im.

Piştî vegerê mesele ji malbata xwe re gotibû. Piştî wê ez çûm Panamayê, dema çûm hem ew hem jî malabata wê ji sedî sed piştrast bûn ku dê ev kar bibe.”

Wan mehra xwe li Panamayê birî lê divabû bûka biyanî bihata Wanê û çanda Kurdan jî bidîta.

Li Taxa Zernekê ya Payîzavayê bi beşdariya bi sedan kesan daweteke bêhempa jê re hat sazkirin.

“Ji bo min surprîz bû”

Bûk Zuleimy Powell Quintero jî li ser vê rêwîtiya xwe ya evînê wiha axivî:

"Ez ji bo fêrbûna zimanê Îngilîzî çûm lê min hevjînê xwe yê siberojê dît. Ji bo min surprîz  bû.

Ez hatibûm Liverpoolê da ku ferî Îngilîzî bibim û hevalên ji welatên cuda yên cîhanê nas bikim lê min ew dît û pê re zewicîm.

Berê min digot em gelekî ji hev dûr in, lewra xelkê Tirkiyeyê ye û ez li Panama dijiyam. Ez hinekî xemgîn bûm.

Min nedizanî ew dê were Panamayê û ez pir kêfxweş bûm.”

Her du hevjînan biryar daye ku jiyana xwe ya mayî li Wanê derbas bikin.

Bi vê yekê jî bûne mînak ji bo sînornenasiya evînê.