HPGyê li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKyê ye ragihand ku êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li ser qadên wan berdewam dikin.

PKKyê çend meh in agirbest ragihandiye û pêvajoya çareseriyê berdewam dike.

Lê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe yên li hemberî hêz û qadên wan ên di nav axa Herêma Kurdistanê didomîne. 

HPGyê diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê 8ê Tebaxa 2025an "Qada Berxwedanê" ya serê Metînayê 4 caran bi çekên giran bombebaran kiriye û got:

“9ê Tebaxê jî dagirkeran hewl da li cihekî nû yê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ya herêma Metîna bi cih bibin û bi çekên giran bombe li tunelan barandin. Bi teknîkê midaxale li dagirkeran hat kirin.”

Hêzên Parastina Gel eşkere kir ku 11ê Tebaxê jî Qada Deşta Kafyayê ya herêma Gareyê 5 caran bi çekên giran hatiye bombebaran kirin û got:

“18 û 19ê Tebaxê jî Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê 3 caran bi çekên giran hat bombekirin.”

HPGyê ragihand, "Di navbera 8 û 31ê Tebaxê de ÎHA û SÎHA (dronên bi çek û bê çêk) bi rengekî zêde li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurk, Gare û Qendîlê geriyan û wan keşif kirine."