Serokwezîr Barzanî digel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê hevdîtin pêk anî

31-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/AA) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê digel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu hevdîtin pêk anî.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de, îro (31.10.2013) li Otêla Conradê ya bajarê Stenbolê bi Davûtoglu re hat bal hev.

Piştî dîmen kişandinê hevdîtin ji çapemînyê re girtî dewam kir.

Hat ragihandin ku di serdana Barzanî ya ku li ser daweta Serokwezîr Erdogan pêk hat de, dê li ser têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Îraqê yên digel Tirkiyê her wiha li ser rewşa Sûrîyê bê axaftin.   

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Huênn, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî Aştî Hewranî û Berdevkê Hikûmata Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî amade bûn.  

Tê hêvîkirin ku Barzanî piştî hevditîna xwe ya bi Davutoglu re, bi Serokwezîr Erdogan re jî hevdîtin pêk bîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê îro çû Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst