Wezareta Pêşmerge li ser “hêrsa” polîsên tirk li hember Pêşmerge daxuyanî da

31-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser nêzîkbûnên leşkerên tirk li hember wan pêşmergeyên ku diçin Kobanî, daxuyaniyek da û ragihand ku dê nerazîbûna xwe bi rêya kanalên leşkerî re bigihînin rayedarên tirk.

Piştî ku beşek ji wan pêşmergeyên ku dê derbasî Kobanî bibin, bi balafirê ji Hewlêrê çûn Rihayê ji wir jî çûn navçeya Pirsûsê.

Wê şeva ku pêşmerge gihîştibûn Pirsûsê, leşkerên tirk ew xistibûn cihekî. Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê, leşkerên tirk ne dihîştin kesek here ba wan Pêşmergeyan ne jî dihîştin pêşmerge bi kesekî re têkilî bikin.

Duktorê Pêşmerge Dr. Izedîn Temo ku bi wê koma Pêşmerge re çûye Kobanî, ji Rûdawê re gotibû, dema em ji Rihayê gihîştin Pirsûsê em xistin cihekî û dora me girtin.

Dr. Temo dabû zanîn ku leşkerên tirk mîna girtiyan nêzîkî wan dibin lewma bi rêya Rûdawê re daxwaz ji rayedarên Kurdistanê kiribû bi hewaran wan ve herin.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet li ser vê yekê, duh (30ê Cotmehê) ji Rûdawê re got, helbet çûyîna Pêşmerge bo Kobanî şoreşek bû ji bo hemû gelê kurd ji ber wê jî em hêrsa tirkan û yên din li hember vê yekê fêm dikin û divê em zêdetir aliyê pozîtîf ê vê bûyera dîrokî bibînin.  

Helgord Hîkmet diyar kir ku lê ew dê nerazîbûna xwe li hember nêzîkbûna leşkerên tirk bi hêzên Pêşmerge re bi rêya kanalên leşkerî bigihînin rayedarên tirk.

Li gorî wî rayedarê Wezareta Pêşmerge, ji ber pêşwaziya germ a xelkê Bakur çûyîna Pêşmerge hinekî dereng ket lê ew hêvîdar in di demekî kurt de Pêşmerge derbasî nav Kobanî bibin.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge da zanîn ku piştî rizgarkirina nahiyeya Zûmarê ya Mûsilê ew xwe ji bo rizgarkirina Şingalê û deverên din ên Başûrê Kurdistanê yên di bin destê DAIŞê de ne jî hazir dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst