ÎDÎA – Berhem Salih ji Malîkî re got li dijî Kurdistanê hêz bikar bînin!
Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Berhem Salih bersiv da îdîayên Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî û ragihand: “Îdîayên Nûrî Malîkî yên ku dibêje Berhem Salih jê re gotiye bila hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê hêzê bikar bîne, ne rast in.”
Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê hizba De’we ya Iraqê Nûrî Malîkî ji televîzyona Dijle ya Iraqê re ragihand, ku siyasetmedarê naskirî yê kurd û endamê berê yê serkirdetiya YNKê Berhem Salih jê re gotiye, ne tenê berpirsên YNKê, berpirsên PDKê jî ji bo berjewendiya xwe petrolê didizin.
Nûrî Malîkî herwiha got: “Bi rêya heyva destgir ve me wêneyên neftxaneyan girt. Derket, ku çendîn tankerên petrolê li pey hev sekinîne û ji bîrên petrolê diziyê dikin. Ew tanker petrolê dibin Îran û vediguhezine Efganîstanê. Min agahî ji birêz Dr. Berhem Salih re şand, ku wê demê cîgirê serokwezîr bû. Min jê pirs kirk a dizane ev çi diziya petrolê ye? PDK petrolê didize. Wî jî got, ne tenê berpirsên PDKê, yên YNK jî petrolê didizin.”
Derbarê vê yekê de Ofîsa Serokê Hevpeymanî Bo Demokrasî û Dadperwerî Berhem Salih daxuyaniyek weşand û ragihand: “Nûrî Malîkî di hevpeyvîna li gel televîzyona Dîjle de behsa diyalogekî sala 2006ê dike. Ew diyalog li ser qaçaxcîtiya petrola bîrekê petrolê ya jêra Xaneqînê bûye.”
Ofîsa Berhem Salih dierbarê vê yek3e de dibêje: “Ew dîdara Berhem Salih û Nûrî Malîkî ya 10 sal berê ye. Lê mixabin hinek medya jî wisa nîşan didin, ku ev axaftin piştî giştpirsiyê û jidestdana navçeyên Kurdistanî çêbûye. Ev jî ji bo veşartina wê şkestina mezin û şilûkirina rastiyan tê bikaranîn.”
Di daxuyaniyê de Ofîsa Berhem Salih tekez dike, ku dîdara navborî di sala 2006ê de bûye û dide xuyakirin: “Qaçaxcîtiya petrolê tenê karê aliyekê nîne. Ne tenê hinek aliyên PDKê, yên YNKê jî beşdarê vê karê bûne. Ji xwe piştî vê dîdarê Dr. Berhem Salih û Nûrî Malîkî ji bo pêşiya vê qaçaxcîtiyê bigirin, raste rast serdana cenabê Mam Celal kirine. Li gorî zanyariyan û wêneyên heyva destgir, tanker gihiştine Efganîstanê û naverastê Asyayê.”
Ofîsa Berhem Salih tekez dike, ku bi ti awayî di dîdarê de behsa livandina hêza leşkerî nehatiye kirin û dibêje: “Hewldan hatiye kirin, ku bi riya cenabê Mam Celal pêşiya vê yekê were girtin. Lewma em giring dibînin, ku dubare bikin; wê demê jî û niha jî Dr. Berhem Salih talankirina petrol û samanên welat û gendeliyê weke karê aliyekê tenê nabîne. Ji ber ku karê hevbeş ê torekî mişexor e, ku bi pîroziyên gel dilîzin. Berjewendiyên wan li ser kompanyayên hevpar, birabeşî û talana welat hatiye avakirin. Sînorê wan partî, navçe, mezheb û neteweyê jî derbas kiriye û ev nîştîman gihandine van rojên nexweş.”