Jineke Ereb: Çekdarên ser bi Tirkiyê ve kesên ku Kurd bin dikujin
Til Temir (Rûdaw) – Jineke Ereb ku ji ber êrîşa hêzên ser bi Tirkiyê ve li gundekî derdora Til Temirê koçber bûye, dibêje, cîhadiyên ser bi Tirkiyê ve bi taybet welatiyên Kurd dikujin û ti cudahiyê di navbera xelkê sivîl û şervanan de nakin, ewê ku Kurd be, yekser dikujin.
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrîşên xwe bo ser Til Temir berfirehtir kirine û ji ber wê yekê welatiyên sivîl ên gundên derdora Til Temirê koçber dibin.
Tîmên Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo gihandina zanyariyan û şopandina rewşê û bi taybet jî rewşa xelkê ku ji ber êrîşên Tirkiyê koçber dibin, li herêmê ne.
Peyamnêra Rûdawê, Vîviyan Fetah ragihand, piştî çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrîşên xwe bo ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de zêde kirine, xelkê wan deveran ji navçeyê koçber dibin.
Ji duh ve ku hêzên ser bi Tirkiyê ve êrîşên xwe li gundewarên Til Temirê zêde kirine, bi sedan kes ji xelkê wan gundan koçber bûne.
Jineke Ereb jî ku ji ber êrîşa hêzên ser bi Tirkiyê ve ji gundê Zirgan ango Ebû Rasêyn koçber bûye, ji Rûdawê re dibêje, cîhadiyên ser bi Tirkiyê ve bi taybet welatiyên Kurd dikujin.
Ew jina Ereb dibêje, çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad ti cudahiyê di navbera şervanan û xelkê sivîl de nakin û bi qestî kesên ku Kurd bin dikujin.
Heman welatî dibêje, ji ber êrîşa çekdaran ku wê bi çete bi nav kir, wan dest ji her tiştên xwe berdane û ji gundê xwe derketine.
Ew welatiya Ereb wiha ji Rûdawê re axivî: “Ez ji Ebû Rasêyn im, li nêzîk bajar, ew gundeke li cem bajar e. Weleh em koçber kirin, em derbider kirin, me mal û warê xwe hîştin, xwedê wan serkevtî neke…, îro bû 3 roj ku em derketine, em ji Sufeya bûn û îro em hatin vê derê. Artêşa Azad, xwedê ji wan nerazî be, êrîşî me kirin, ew çete ne…, hemû kes ji gund derketin, kesek nema, xwedê wan serkevtî neke. Xelkê dikujin, xelkê serjê dikin, talan dikin, wêran dikin, diziyê dikin, tiştek ji me re nehîştin, ew dizin. Xwedê we (Kurd) serkevtî bike, we her tişt ji me re peyda kir, eger hûn nebana, em dê li ber lingan çûbana…, em dê çi bikin, belke xwedê wan bikuje, xwedê rihê ji wan bistîne û bihêle ku em zora wan bibin. Dikevin malê û yê ku di malê de bin dikujin û malê tevî talan dikin û diçin. Ji xwe dibêjin, ewê Kurd be em dê wî bikujin, kurê min jî bi Kurdan re ye, erê wele ew mehek e min ew nedîtiye, ew jî bi wan re şer dike.”