SÊRT - Kesekî hevjîn û apê xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya Sêrtê kesekî hevjîna xwe û apê xwe bi çekê kuştin, her wiha dêya xwe, apekî xwe yê din û amojina xwe jî birîndar kirin.

Bûyer li taxa Firatê ya navçeya Misircê ya Sêrtê qewimî.

Li gorî agahiyan, êrişkar ji ber sedemeke nediyar gule li 5 endamên malbata xwe reşandin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku hevjîna êrişkar û apê wî li cihê bûyerê mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Tîman birîndar birin nexweşxaneyê û êrişkar jî hat desteserkirin.