Li Qoserê agir bi avahiyekê ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di avahiyekê de şewat derket û di encamê de 2 kes ji dûxanê bi bandor bûn.
Şewat li Taxa Tepebaşiyê di qata yekem a avahiyekê de ji ber sedemeke nediyar derket.
Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Kesên ku ji ber dûxana zêde di avahiyê de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin.
Dû bandor li du kesan kir ku yek ji wan zarok e.
Tîmên tenduristiyê ew her du veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Şewat bi xebatên tîmên agirvemirandinê hat temirandin lê bû sedema xisarê.