Li Kerboranê di qezayekê de kesek mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kerboranê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, kamyonekê û TIRekê li hev xist û ajokarê kamyonê mir.
Kamyona ku Siraç A.yê 59 salî diajot û plakaya wê nehat zanîn li TIRekê xist.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Siraç A.yê ku di kamyonê de asê mabû li cihê qezayê miriye.
Tîman cenazeyê Siraç A. ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.