Serok Mesûd Barzanî çû cem Pêşmergeyan

Hewlêr (Rûdaw) -Serok Mesûd Barzanî îro eniyên Pêşmergeyan ziyaret kir.

Li gor daxuyaniya Barageha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî di ziyaretê de ji nêz ve rewş û debara hêzên    Pêşmergayan pirsî.

Serok Mesûd Barzanî her wiha li gel hejmarek fermandeyên Pêşmergeyên civiya.

Daxuyaniya Barageha Barzanî wisa ye:

"Serok Barzanî eniyên Pêşmergeyan ziyaret dike

Serok Mesûd Barzanî îro 31ê Çiriya Pêşîn sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê ziyaret kir.

Di wê ziyaretê de Serok Mesûd Barzanî ji nêz ve agahdarî li ser jiyan û rewşa hêzên Pêşmergeyan wergirt, li gel hejmarek pileder û fermandarên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê civiya û derbarê rewşa siyasî de agahiyên pêwîst pêşkêş kir."