Peyama sala nû ya Rûdawê

31-12-2015
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Peyam Sersala nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora medyayî ya Rûdawê, pîrozbayiya sala nû ya 2016ê li hemû bihîser, bîner, xwîner, sedan hezar şopînerên medyaya civakî ya Rûdawê û hemû gelê Kurdistanê û cîhanê dike. Tora medyayî ya Rûdawê hêvî dike, îsal bibe sala Aştî û xweşguzeraniyê bo hemû gelên cîhanê, û azadiya karê medyayî û azadiya nêrînê li hemû cîhanê zêdetir geş bibe û canê rojnamevanan pitir parastî be.

 

Tora medyayî ya Rûdawê, sala borî bi ked û şiyana hemû hevakrên xwe yekemê bê rikeber bû di guhastina zanyariyan û rûmalkirina bûyerên Kurdistanê û cîhanê ji bîner, bîser û xwînerên xwe yên li Kurdistanê. Herwiha bê rikeber bû jî di guhastina bûyerên Kurdistanê û şerê Kurdistanê li hember DAIŞê bo dehan televizyonên cîhanê yên bi dehan zimananan, ji ber endambûna di ENEXê de ku tora televizyonên herî mezin ên cîhanê ye û ji ber pêşengbûna xwe, Rûdawê îsal ji aliyê ENEXê ve hat hilbijartin bo guhastina bûyerên Rojhilata Navîn bo 54 televizyonên cîhanî yên endam di ENEXê de, ku weşana wan digihîje 120 cihên cîhanê. Yekemîn car e ku medyaya kurdî bi rêya Rûdawê cih ji xwe û bûyerên Kurdistanê re peyda dike di nav medyayên cîhanê de.

 

Herwiha di sala borî de tora medyayî ya Rûdawê karî berdewam be di gihandina pirsyarên şeqamên Kurdistanê bo navendên biryarbidestên cîhanê û veguhastina civînên cîhanî û rûmalkirina pirraniya civînên lûtke û kongreyên cîhanî ku têkildarî rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê bûn. Herwiha ew civînên ku pêwendî bi rewşa cîhanê ve hebûn jî.

 

Tora medyayî ya Rûdawê, şanaziya dîrokî bi wê yekê heye ku asta medyaya kurdî gihandiye asta medyaya cîhanî û di sala borî de jî ligel medyaya cîhanî bûye û di gellek rûmalan de di nav refêndezgehên medyayî yên mezin ên cîhanê de bûye. Bînerên kurd, kamêra û mîkrofona xwe bi brandeke kurdî ve ku Rûdaw e, li gellek cihên giring ên cîhanê dît û bersiva gellek serkirdeyên cîhanê jî di bersiva pirsyarên peyamnêrên Rûdawê de ji ekrana Rûdawê ve wergirtin.

 

Tora medyayî ya Rûdawê pêşeng bûye di guhastin û rûmalkirina arîşe û bûyerên navxweyî yên Kurdistanê de û avakirina dîbeytan li ser wan û di navbera aliyên cuda û nakok de. Herwiha nêzîkî xemên xelkê bûye, her di vê çarçoveyê de di destpêşxeriyekê de pêngaveke bêmînak tomar kir, bi ragihandina kampeyna Rencî Şehîdan, bi alîkariya sermayedarên niştîmanperwerên Kurdistanê. Kampeyna Rûdawê karî 17 milyon û 297 hezar û 917 dolarî, 72 yekeyên akincîbûnê, 350 kursên xwandinê, mûçe bo 50 malbatan 250 zarokên şehîdên şerê DAIŞê kom bike.

 

Di heman demê de tora medyayî ya Rûdawê ligel hemû serkevtinên xwe, hevkarê xwe Ferhad Hemo bi bîr tîne ku heya niha nehatiye berdan û ti agahî derbarê çarenivîa wî de nayê zanîn, piştî ku di 15-14-2014ê de li ser êya navbera Til Hemîs û Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve ligel Mesûd Eqîl ê kamêravan hat girtin. Cihê dilxweşiyê ye, piştî hewlên zêde yên Rûdawê, malbata wî û komîteya guherîna dîlan a li Rojavayê Kurdistanê, hevkarê me Mesûd Eqîl di 21-09-2015ê de serbest hat berdan.

 

Herwiha mixabin sala borî, bi biryareke dûr ji hemû bingehên demokrasiyê û azadiya karê rojnamevanî, Kantona Cizîrê piştî çendîn binpêkariyên li hember hevakrên tora medyayî ya Rûdawê, biryara qedexekirina karkirina tora medyayî ya Rûdawê li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand. Her çend wê biryarê nekarî Rûdawê ji xlekê Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê veqetîne, lê belê em li vir daxwaz ji desthilatdar û rêvebirên Kantona Cizîrê dikin, wê biryara xwe hilweşînin û rê bi akrkirina tora medyayî ya Rûdawê bidin.

 

Tora medyayî ya Rûdawê, bi piştgirêdan bi ezmûne xwe ya serkevtî û hewldan bo serkevtinên mezintir pê dihavêje saleke nû û zêdetir ber bi cîbicîkirina projeya xwe ya mezin pêngavan dihavêje. Bihîser, bîner û xwînern Rûdawê di sala 2016ê de dê pêşkevtin û berfirehtirbûba zêdetir a tora medyayî ya Rûdawê bibînin.

 

Tora medyayî ya Rûdawê

1-1-2016

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst