Barzanî: Pêşmerge bi xwîna xwe Kurdistan û mesihî parastin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta hatina sersala nû û cejna jidayikbûna Hezretî Îsa pîrozbahî li xiristiyanên kir û got, Pêşmerge bi xwîna xwe bergirî li Kurdistanê kir û xûşk û birayên mesîhî û pêkhatên din jî parast.
Li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama Mesûd Barzanî hat weşandin.
Di peyamê de wiha gotin: “Ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xûşk û birayên xoşewîst ên xirîstiyanan li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejnekî pir bi xweşî û şadî ji bo wan dixwazim.”
Barzanî amaje kir ku bi sedema êrişên terorîstan beşeke zêde yên xirîstiyan mal û halê xwe bi cîh hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe, hêvîdare piştî têkşikandina terorê û nemana gefan bi bextewerî û bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotim: “Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li Kurdistanê kir û xûşk û birayên mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir. Kurdistan jî herdem penageh û palpişta xûşk û birayên xirîstiyan û bihayên pêkvejiyanê dimîne. Li Kurdistanê dê ti demekî hizra teror û cûdakariya ol û mezhebî nebe.”