Rêwaz Fayeq peyameke pîrozbahiyê arasteyî xelkê Kurdistanê û cîhanê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi boneya sersalê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû Kurdistaniyan û cîhanê kir.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, bi boneya sersalê peyamek belav kir û sala nû li hemû xelkê Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.
Dr. Rêwaz Fayeq di peyama xwe de, hêviyên xwe bo aramî û tebayiyê û herwiha bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan di sala nû de der birîne.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê dibêje, “Hêvîxwaz im, em sala nû bi aramî û tebayî bi rê bikin û sala çareserkirina pirsgirêk, qeyranan û binyatdanîna baweriyê be di navbera hemwelatî û desthilata siyasî bo ku li gel hev, derfet pêk bînin ta Kurdistan, ber bi pêşveçûneke berçav di astên ciyawaz de bi xwe ve bibîne.”