Di sala 2020an de Kurdan çend kesayetên navdar wenda kir

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2020an hem li cîhanê hem li Kurdistanê gelek bûyer û pêşhatên xeternak li gel xwe anî û weke saleke karesat nav xelkê de bi navûdeng bû. Virûsa Coronayê, kuştina Fermandarê berê yê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî, şewata Daristanê Awusturyayê, Teqîna Beyrûtê, mirina Maradona û Kobe Bryant, bûyera George Floyd, serkeftina Biden, Şerê Qerabaxê, weke pêşhatên serekî tên zanîn. Herwiha Kurdistanê jî ji vê sala xembar para xwe wergirt: Danîna qeyûman, erdheja Xerpêtê, wendabûna Gulistan Doku, kuştina Pinar Gultekîn hin ji bûyerên dilsoj yên 2020ê ne. Li aliyê din 2020ê de gelek Kurdên navdar û xebatkar canê xwe ji dest dan weke Seîd Gabarî, Necmedîn Kerîm, Seyîdxanê Boyaxcî, Celal Melekşa û çend kesayetên din.

Me di vê raportê de canjidestana çend kesayet û xebatkarên ji her çar perçeyên Kurdistan û diyasporayê kom kirin. 

Hunermend Seîd Yûsif roja 26-02-2020 li Qamişlo koça dawî kir. Hunermend Seîd Yûsif ew çend sal bûn, ku ji singê ve nexweşiyek hebû û li Stenbolê çareserî werdigrt.

Yûsif sala 1947ê li Qamişlo hatibû dinê û 50 salan bêtir li ser muzîka Kurdî xebitî û di vî warî de kesek gelek naskirî bû. Seîd Yûsif li Rojavayê Kurdistanê weke “Mîrê Bizqê” dihat naskirin.Seîd Yûsif gelek stranên wî hene ku du stranên wî yên bi navê “Qamişlo Bajarê Evînê” û “Oy Felek” gelek navdar in.

Nivîskar û siyasetmedar Zeynel Abidin Han roja 26-02-2020ê li Almanyayê koça dawî kir. Han, sala 1961ê li Gimgima (Warto) Mûşê hatibû dine. 

Li Enqerê di zanîngeha felsefe xwendiye û dûv re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye. Piştre ji ber sedemên siyasî mecbûr maye û derkeftiye Ewrupayê. Ji ber raman û xebatên xwe gelek caran hatiye zîndanîkirin. Bi zaraveyên kurdiya Kurmancî û Zazakî (Kirmanckî) û helbest, çîrok û roman nivîsandine.

Heftemîn û bişûktirîn keça, Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed li welatê Urdinê koça dawiyê kir. Miryem Qazî roja Yekşemê 15ê Adara 2020an bi sedema nexweşiyê li paytexta Urdinê bajarê Emmanê wefat kir.

Miryem Qazî di sala 1945an de û şeş mehan berî damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Mihabadê ji dayik bûbû û zaroka herî dawiyê ya pesewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî bû.

Kurê helbestvan Cegerwxîn Keyo Cegerxwîn bi vîrusa Koronayê roja 27-03-2020 li Swêdê di 84 saliyê de wefat kir.

Yek jî navdartirîn hunermaandan Seîd Gabarî ji nexweşiya penceşêrê roja 04-05-2020ê li Hewlêrê koça dawî kir. Gabarî sala 1956ê li Hesekê hatibû dinê û nabîna bû. Seîd Gabarî xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1956an ji dayik bûye û ji temenê 8 salî ve bînahiya çavên xwe ji dest daye. Ji salên 1970an ve dest bi stranbêjiyê kiriye, sala 1980an hatiye Başûrê Kurdistanê û bi hunera xwe mil bi milê pêşmergeyan şer kiriye.

Piraniya tekstên stranên wî yên hozanvanên navdarên Kurd Cegerxwîn û Tîrêj bûne û heta niha 4,712 stran gotine.

Siyasetmedar û perwerdegarê Riza Baran roja 05-05-2020an li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Baran gelek hevkariya penaberên Kurd dikir û ji aliyê Şaredariya Berlînê ve hatibû xelatkirin. 

Alimê Batmanî Mela Emîn Varol ji ber vîrusa coronayê roja 20-05-2020an di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Şaredarê berê yê Cizîrê Sebrî Vesek ji koronayê roja 12-06-2020an jiyana xwe ji dest da.

Dengbêjê navdar Seyîdxanê Boyaxcî roja 05-07-2020an li Amedê wefat kir. Boyaxcî yek ji dengbêjên herî naskirî yê Bakurê Kurdistanê bû. Demekê li pêş wefata xwe ji ber bêdilsoziyê gazind ji civaka Kurd kiribûn. Seyîdxan sala 1933ê li navçeya Erxanî ya Amedê hatibû dine. Dema 2 salî dayîka xwe, dema 4 salî jî bavê xwe ji dest dide.

Ew dengbêjê Kurd ji temenê xwe yê 15 saliyê ve li navçeya Sûra Amedê karê boyaxkirina pêlavan kir û bo heyama 25 salan ev kar berdewam kir û herwiha demekê jî di Şaredariya Amedê de weke karmendê paqijkirinê kar kir.

Neviyê Rêberê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê Simkoyê Şikak ê bi navê Ebdullah Simko di 71 saliya xwe de 28ê Tîrmehê li bajarê Stenbolê ji ber celta dil koça dawî kir. Ebdullah Simko 5ê Hezîrana 1949ê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû dine û di sala 1977an de beşa hiqûqû li Zanîngeha Stenbolê qedandiye.

Hunermendê ji Kobanî Mihemedê Xelilê Xazî roja 07-08-2020ê li Enqerê jiyana xwe ji dest da û li Sirûca Rihayê hate veşartin. Mihemed Xelîl weke yekem kemanjênê Kurd dihat zanîn.

Di 14 saliya xwe de rasthatina wî û kemenjenekî Ermenî hemû jiyana Mihmed  Xelîl Xazî diguhere û li kêleka kasipkariya xwe ew dibe evîndarê hunerê û kêmançeyê.

Alimê Bedlîsî Mela Nîzamettîn Yakişik roja 10-08-2020ê ji koronayê wefat kir.

Yek ji damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye Derwêşê Sedo ji ber nexweşiya koronayê li nexweşxaneyeke Êlihê roja 02-10-2020 koça dawiyê kir. Derwêşê Sedo ku wek ‘Apê Derwêş’ dihat naskirin di sala 1934an li Misirca Sêrtê ji dayîk bibû.

Derwêşê Sedo sala 2010an, di 13emîn Kongreya PDKê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi Nîşaneya Barzanî hate xelatkirin. Derwêşê Sedo li Bakurê Kurdistanê yekem kes e ku bi vê nîşaneyê tê xelatkirin.

Helbestvan, nivîskar û çalakvana mafê jinan  Mahabadd Qeredaxî roja 09-10-2020ê bi coronayê canê xwe ji dest da. Qeredaxî di salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê roja 22-01-1966ê li Sİlêmaniyê hatibû dinê.

Nivîskar û helbestvanê navdarê kurd Elî Ebdullah (Şewnim) roja 10-10-2020an koça dawî kir. Helbestvan Şewnim sala 1929 li bajarê Helebce ji dayîk bibû.

Nivîskar û helbestvanê ji bajarê Koye Cemal Reşîd Hewêzî roja 20-10-2020an di temenê xwe yê 82 saliyê de koça dawî kir. Cemal Hewêzî ji malbatekî diyar a Hewêziyên bajarê Koye ye û di salên 1950yan de dest bi nivîsandinê kiribû. Heman demê de helbestvan bû û gotarên wî jî li kovaran de belav dibûn.

Nivîskar û siyasetmedar Osman Akdag (Laleş Wezrînî) bi vîrusa cornayê roja 30-10-2020ê li Dêrika Hemko wefat kir.  Akdag sala 1949ê li Heskîfa Êlihê hatibû dinê. Di dema derbeya 1980an de hatiye girtin. Di 40 salên xwe yên tîkoşîna siyasî de 17 salan girtî maye.

Siyasetmedar Kurd û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm roja 31-10-2020an koça dawî kir.

Necmedîn Kerîm Roleke girîng li ser Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Kerkûkê hebû. Sala 1988ê li Amerîkayê Kongreya Netewî ya Kurd damezrand. Di damezrandina Dengê Radyoya Amerîkayê de rol lîst. Kerîm li Hewlêrê bi axê hate sipartin, lê kiriye wesîyet ku piştî rizgarbûna Kerkûkê termê wî bo wê derê bê veguhestin.

Helbestvan Celal Melekşa li Sineyê roja  31-10-2020ê de bi celta dil koça dawî kir. Melekşa di sala 1951ê de li Sineya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû. 

Melekşa ji ber ku pênûsa wî bihêz bû û tevî ku yek pirtûka wî jî nehatibû çapkirin, lê dîsa karî bibe endamê “Kanûna Nivîskarên Îranê”. Celal Melekşa welatparêz û nîştimanperwerek bû ku di gel hemû zilm û zordariyan, bû dengê dilê gelê xwe û di mejî û dilê gelê xwe de cîh girt.

Helbestvan û nivîskar Metmet Çetîn roja 09-11-2020ê canê xwe ji dest da. Çetîn 1955ê li Dêrsimê ji dayîk bibû. Bi dehan pirtûk û helbest nivîsîne.

Tementirîn kesa Rojhilatê Kurdistanê Xatem Muhammedî di 130 saliya xwe de roja 15-11-2020an koça dawî kir.

Parêzgarê Hewlêrê û siyasetmedar Ferset Sofî bi coronayê roja 18-11-2020an li nexweşxaneyeke Tirkiyê koça dawî kir. Sofî, sala 1978 Hewlêrê hatibû dinê û wefata wî bi taybet xelkê Başûrê Kurdistanê gelek xembar kir.

Siyasetmedar û zimanzan Hemît Kiliçaslan (Hemîdê Smaîlaxa) ji coronayê roja 27-11-2020an koça dawî kir.  Kiliçaslan sala 1948an li Qosera Mêrdînê hatibû dinê û berdevkê PDK-Bakurê bû. Kilicaslan yek ji damezrînerê DDKOyê bû û 30 ji salan bêtir endamê Kombexebata Kurmancî bû.

Siyasetmedar û helbestvan Seydayê Mele Îmadeddîn an bi navê naskirî Seydayê Gurdilî ji ber Coronayê roja 03-12-2020an li Batmanê canê xwe ji dest. Mela İmadedîn ji Misircê Sertê bû û di sala 1936an de hatibû dinyayê.  Helbestên Seyda Gurdilî di babet evînê, xwezayê, li ser Kurd û Kurdistanê, li ser Barzaniyê nemir, rehmetî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî û gelek kesên siyasî hene.

Alimê navdar û rûsipiyê Bedlîsê Şêx Nûrettîn Mutlu di 87ê salî de roja 10-12-2020ê ji Coronayê wefat kir.

Nivîskarê Kerkûkî Şêrzad Mihemed Emîn Rojbeyanî roja 23-12-2020ê koça dawî kir.

Hunermend Rojavayî Mihemed Elî Şakir roja 25-12-2020an li Qamişlo koça dawî kir. Mihemed Şakir 1946an li Dirbêsiyê hatibû dine û di warê mûzîka Kurdî de gelek berhemdar bû. 

Mihemed Şakir Elîd di jiyana xwe de bi sedan stran ji gotin û awazên xwe afirandin û gelek hunermend û stranbêjên Kurd ên weke birayê wî yê jê biçûktir Mehmûd Ezîz Şakir, Mihemed Şêxo, Gulistan Perwer, Şehrîbana Kurdî, Berdan Mardînî, Zoya, Cemîla Mistefa û Mistefa Xalid stranên wî gotine.

Hunermend Engîn Nurşanî roja 25-12-2020ê koça dawî kir. Her çi qas nav xelkê weke hunermendekî Kurd nehatibe naskirî jî lê wî ji bo serxwebûna Kurdistanê stranek gotibû û ji Dîloka Bakurê Kurdistanê bû.