Li Qersê agir bi garaja şaredariyê ket: 4 otomobîl şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamuşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê agir bi garaja şaredariyê ket, 4 otomobîl şewitîn û zerarên madî çêbûn.

Derengiya şeva borî li navçeya Qamuşanê ya Qersê, ji ber sedemeke nediyar agir bi garaja girtî ya şaredariyê ket.

Piştî demekê agir ji aliyê welatiyan û tîmên Parastina Sivîlan ve hat vemirandin.

Di encamê de du otobusên rêwiyan, otomobîleke avêtina gilaşan û otomobîla veguhastina cenazeyan şewitîn.

Di garajê de zererên madî çêbûn. Tîman li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin da ku bizanin agir ji ber çi bi garajê ketiye.