Ji bo 42 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û bahozê hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 42 parêzgehan hişyariya "koda zer" da ku piraniya wan bajarên Bakurê Kurdistanê ne.
Tê pêşbînîkirin ku pileyên germê dakevin û berfeke zêde bibare.
Saziya Keşnasiyê Rapora Pêşbîniya Hewa ya 31ê Kanûna Pêşîn (îro) eşkere kir.
Hewa sar a ku ji bakur tê, bandora xwe bi berfê nîşan dide.
Ji ber barîna zêde li gelek bajaran perwerde hat rawestandin û di seferên balafiran de astengî çêbûn.
Saziya Keşnasiyê ji bo 42 bajaran hişyariya "koda zer" a berf û bahozê weşand.
Bajarên Bakurê Kurdistanê
Saziya Keşnasiyê ji bo van bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf, bahoz û baranê da:
Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Qers, Meletî, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan, Sêwaz û Kilîs.
Her wiha bajarên wekî Edene, Antalya, Gîresun, Hatay, Mersîn, Kastamonu, Kayserî, Konya, Nîgde, Rîze, Tokat, Trabzon, Yozgat, Zonguldak, Karaman, Bartin, Osmaniye û Duzce yên Tirkiyeyê jî di lîsteya hişyariyê de ne.
Hişyariya berf û bahoza xurt
Tê pêşbînîkirin ku li bakur, navîn û rojavayê welêt pileyên germê 4 heta 10 pileyan dakevin.
Li herêmên Bakurê Kurdistanê baran û berf dê bi bandor bin. Li deverên bilind û hundirîn ên herêmê metirsiya qeşa û cemedê heye.
Her wiha hat diyarkirin ku li hinek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bayê xurt (40-70 km/saet) tê payîn.
Ji ber bayê xurt welatî hatin hişyarkirin ku li hemberî firîna banan, ketina daran û jehrîbûna ji gaza sobeyan baldar bin.
Metirsiya aşûtê heye
Saziya Keşnasiyê hişyarî da ku li deverên bilind ên Bakurê Kurdistanê û bilindahiyên Rojhilatê Behra Reş metirsiya aşûtê heye.
Ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî şert û mercên neyînî yên hewayê tedbîrên xwe bistînin.