Sala 2026an dê bibe sala bipêşkeftina zêdetir a Rûdawê
Bi hatina sersala zayînî, em pîrozbahiyê li hemû bînerên Tora Medyayî ya Rûdawê dikin. Em hêvîdar in ku sala 2026an ji bo her kesî bibe sala aştî û şadiyê.
Rûdawê bi şikandina rêçikan dest pê kir û bi giranî û pêşengiya xwe ya di nav medyaya Kurdistan û herêmê de didome.
Li gorî rapirsiya dawî ya şirketeke pispor ku bi beşdariya pisporên navxweyî û cîhanî meha dawî ya 2025an hatiye kirin, Rûdaw di warê temaşekirin û baweriyê de mîna her car li Başûrê Kurdistanê yekem a bêrikeber e.
Her wiha, di nava bînerên Kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welêt de jî navnîşana yekem e.
Her wiha hejmara xwînerên Rûdawê yên bi hemû zimanan bi sedan milyonî zêde bûye.
Rûdaw di dirêjahiya sala 2025an de ji bo ajans û dezgehên medyayî yên cîhanê çavkaniya nûçeyan a Kurdistan û herêmê bû.
Sala 2025an Rûdawê pirs û dengê xelkê Kurdistanê gihand Neteweyên Yekbûyî, Koşka Spî, Ewropa, Çîn û cîhanê.
Sala nû dê bibe sala berhemên nû û berfirehbûna zêdetir a Rûdawê û hewldanên ji bo bipêşketina zêdetir dê bidomin.
Tora Medyayî ya Rûdawê
31.12.2025