Nêçîrvan Barzanî: Bila sala nû bibe sala bidawîbûna krîzan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya mîladî (2026) peyamek belav kir û hêvî xwest ku sala nû bibe sala bidawîbûna krîzan.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

"Ez sersala nû ya zayînî (2026) bi germî li Kurdistaniyên xoşewîst bi hemû pêkhateyên wê ve, li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiyê û hemû gelên Îraq û cîhanê pîroz dikim.

Ez hêvîdar im sala nû, bibe sala pêkhatina hêviyan, bidawîhatina krîzan û vekirina deriyê xêr û xweşiyê ji bo hemû kesî.

Bila em hatina sala nû bikin derfetek ji bo vekirina rûpeleke nû ku em tê de nakokiyan deynin aliyekî û ruhê tebayî, lêborîn û yekrêziyê di navbera hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyan de serdest be.

Hêza me di hevdûqebûlkirin, pêkvejiyan û pêkvekarkirinê de ye ku yekane garantiya parastina destkeftên me û misogerkirina mafên me yên destûrî ye.

Li ser asta Îraqê jî em hêvîdar in sala nû, bibe sala çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan li ser bingeha destûr û hevpariya rasteqîn.

Herêma Kurdistanê wekî her tim destpêşxer û amade ye ji bo guftûgo û lihevtêgihiştinê.

Wekî her tim dê bibe faktora aramî û seqamgîriyê li herêmê û li her ku dera cîhanê be bi hemû awayî piştgiriyê dide aştiyê.

Kurdistaniyên xoşewîst,

Bila em bi hêvî û geşbîniyê li paşerojê binêrin. Em we piştrast dikin ku em dê hemû hewlên xwe bidin da ku sala 2026an, bibe sala çespandina îstîqrarê û baştirkirina jiyan û debara welatiyan.

Baweriya me bi şiyan û wizeya ciwanan û dilsoziya gelê Kurdistanê heye ji bo avakirina paşerojeke geştir.

Sala nû li hemû kesî pîroz be,
Her şad û serfiraz bin."