Sersala Mala Kal û Pîran: Rwangeyê şahiyek li dar xist û diyarî belav kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Rwangeyê bi boneya sersalê serdana Mala Kal û Pîran a Hewlêrê kir.
Birêvebirê Dezgeha Rwangeyê Hesen Şêx Eledîn diyar kir ku ji bilî şîva êvarê û xwendina mewlûdê, diyarî pêşkêşî kal û pîran tên kirin.
Birêvebirê Dezgeha Rwangeyê derbarê birêvebirina ahenga sersala zayînî ya li Mala Kal û Pîran a Hewlêrê ji Rûdawê re got, "Kal û pîr û bêkes beşek in ji takên girîng ên civakê ku divê rêxistinên civaka sivîl li wan xwedî derkevin."
Merasîm mîna mewlûdê ye û tê de ji aliyê mamosteyên zayînî ve bi defê îlahî tên xwendin.
Li ser daxwaza wan bi wî awayî bi rê ve diçe. Me wekî erkê xwe zanî ku em îşev serdana malê bikin û xweşiya hatina sala nû bi kal û pîran re parve bikin."
Li gorî gotina Birêvebirê Dezgeha Rwangeyê, ji bilî şîva êvarê, diyarî jî li ser kal û pîran tên belavkirin û got, "Ev beşek bû ji erkdarkirinên Serokê Dezgeha me Îdrîs Nêçîrvan Barzanî.
Her wiha rêz li berpirs û karmendên malê jî tê girtin."
Li gorî zanyariyan 74 kal û pîr di malê de hene ku 46 kes ji wan mêr û 28 kes ji wan jin in.
Berpirsê Mala Kal û Pîran a Hewlêrê Senger Cemal jî eşkere kir ku Dezgeha Rwangeyê ji bilî kal û pîran, diyariyên taybet ji bo xebatkar û karmendên malê jî anîne.
Dezgeha Rwangeyê ji aliyê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî ve sala 2013an hatiye damezirandin û di warê bipêşxistina aborî, bihêzkirina şiyanên ciwanan, parastina jîngehê, karê xêrxwaziyê û di gelek warên din de kar dike.