Şandeyeke Kurdên Êzidî ji Almanyayê diçe Enqereyê: 'Dê bi Erdogan re bicive'

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Kurdên Êzidî yên ku li Almanyayê dijîn, amadekariya ziyareteke fermî ya ji bo Enqereyê dikin.

Tê plankirin ku şande bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û çend wezîran re bicive û daxwazên civaka Êzidî pêşkêş bike.

Şandeya ku ji 9 kesan pêk tê û nûnertiya "Navenda Çand û Mafên Êzidiyan" dike, dê di navbera 15-20ê Kanûna Paşîn a 2026an de Tirkiyeyê ziyaret bike.

Endamê şandeyê Nedîm Erkiş ji Rûdawê re ragihand ku ev gav di çarçoveya "plana aştiyê" de wekî pêkhateyeke resen a Tirkiyeyê tê avêtin.

Erkiş her wiha diyar kir ku ew dê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Navxwe, Wezîrê Çandê û Serokê Diyanetê hevdîtinan pêk bînin.

"Daxwaza sereke naskirina ola Êzidî ye"

Şandeya Kurdên Êzidî dosyayek amade kiriye ku tê de daxwazên bingehîn ên civaka xwe pêşkêşî rayedarên Tirkiyeyê bikin.

Daxwazên wan ên herî girîng ev in:

- Ola Êzidî di destûr û yasayên Tirkiyeyê de bi fermî bê naskirin.

- Hemû zevî û xaniyên Êzidiyan ên ku dest li ser wan hatiye danîn, li xwediyên wan bên vegerandin.

- Mafê perwerdeya olî bi zimanê dayikê bê dabînkirin.

- Astengiyên li pêşiya vegera Êzidiyan werin rakirin û ewlehiya wan bê parastin.

"Ji 100 hezar kesî tenê hezar kes mane"

Nedîm Erkiş bal kişand ser guherîna demografîk û rewşa pêkhateya Kurdên Êzidî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Erkiş got, "Di navbera salên 1980 û 1990î de zêdeyî 100 hezar Êzidî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hebûn lê ji ber ferman û koçberiyê niha tenê derdora hezar kesî mane."

Erkiş da zanîn ku Kurdên Êzidî bi giranî li bajarên wekî Wêranşar (navçeya Rihayê), Nisêbîn (navçeya Mêrdînê), Şirnex, Qubîn (navçeya Êlihê), Amed û navçeya wê Bismilê hebûn û wiha pê de çû:

"20 sal in em hewl didin vegerin ser cih û warên xwe lê em rûbirûyî astengiyên mezin dibin.

Gelek zeviyên me hatine dagirkirin û cihên me yên pîroz û olî bêxwedî mane."

Ev serdana şandeyê wekî hêviyekê tê dîtin ku pirsgirêkên Kurdên Êzidî yên penaber ên li Ewropayê werin çareserkirin û rê li ber vegera wan a bi rûmet bê vekirin.