Rojhilatê Kurdistanê di bin berfê de ma: Bi sedan gund bê elektrîk man

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Elektrîkê yê Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Seîd Sultanî ragihand ku ji ber berfa zêde elektrîka 326 gundên parêzgehê qut bûye.

Sultanî da zanîn ku di encama xebatan de elektrîka 79 gundan hatiye berdan û ew hewl didin elektrîka 247 gundên din jî çêbikin.

Birêvebirê Elektrîka Parêzgeha Sineyê Mihemed Seîd Sultanî diyar kir ku karê sereke yê tîmên wan çêkirina elektrîka gundên mezin e û ew hewl didin di demeke zû de elektrîka herî zêde gundan vegerînin ku piraniya wan ên bajarên Seqiz û Baneyê ve ne.

Li gorî gotina Sultanî, piştî gundên Seqiz û Baneyê, herî zêde li gundên Merîwan, Sewlawa û Dîwandereyê elektrîk qut bûye.

Zêdetirî 300 stûnên elektrîkê ketin

Li gorî amarên Birêvebirê Elektrîka Parêzgeha Sineyê, di pêla yekem a baran û berfê de ku 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kir, zêdetirî 300 stûnên elektrîkê ketin û 11 trafoyên elektrîkê (3 li Seqizê û 8 li Baneyê) ketin xwarê.

Ev yek bû sedem ku elektrîka 334 gundan qut bibe ku 250 ji wan li Baneyê û 50 jî li Seqizê bûn.

Girtina rêyan astengiyê derdixe

Sultanî destnîşan kir ku barîna berfê bûye sedema girtina rêya gelek gundên parêzgeha Sineyê û ev yek bûye asteng li pêşiya karên wan.

Birêvebirê Elektrîka Parêzgeha Sineyê her wiha got, pêla duyem ku derengiya şeva 29ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kir, bandor li piraniya bajar û gundên parêzgehê kir û ji ber berfa zêde rêya gelek gundan hat girtin û vê yekê nehişt ku karên wan bi başî bi rê ve biçin.

Elektrîka bajaran hat

Sultanî diyar kir, di encama hewldanên wan de berê sibeha sêşemê elektrîka bajarên Qurwe, Dîwandere, Merîwan û Sewlawayê hatiye.

Li gorî Birêvebirê Elektrîka Parêzgeha Sineyê, hîn rêya gelek gundan girtî ye û her ku rê vebin tîmên wan dê hewl bidin elektrîka wan gundan çêbikin.