Serok Barzanî: Hêvîdar im sala nû bibe sala xêr û xweşiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya mîladî peyamek belav kir.

Baregeha Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyama Serok Barzanî belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

"Bi boneya sersala nû, ez pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, pêkhateyên olî û neteweyî û hemû xelkê xoşewîst ê Kurdistanê dikim.

Ez hêvîdar im sala nû, bibe sala xêr, xweşî û bextewariyê ji bo Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê.”